موضوع: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 19:54
صباح/مساء الخير
في فكرة حبيتها كتير وبدي دعمكم لتنجح الفكرة بدنا نجمع هون عنا اكبر عدد من الشعر الكردي
ونعمله متل موسوعة الشعر الكردي والمطلوب عند النقل ذكر اسم الشاعر
انشالله تعجبكم الفكرة
ويلا همتكم معي
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 19:58
Axîna te nalîna min
Axîna te nalîna min Erdû asîman pir şîn e Gulê ez canê te karvan Mame wek kalek hilhile
Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim Ka delala min bidin min Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min
Gelo çima hun serdest in Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim Ka delala min bidin min Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min
Posted Nîsan 9th, 2008 by Feqiyê Teyran
HEVAL |§|إدارة المنتدى|§|
تاريخ التسجيل : 01/03/2009عدد المساهمات : 194
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 20:22
Veşartiyên pêşiyê ne tu dizanî û ne ez
Ev tîpa kewsele ne tu dixwînî û ne ez
Gotina min û te di paş perdayê de ne
Ko perde ket ne tu dimînî û ne ez
Di nivîna axê de raketiyan dibînim
Di bin erdê de veşartiyan dibînim
Çendan li deşta neyînê mezê dikim
Nehatiyan û çûyiyan dibînim
Dinê ji jîna me a peritî awirek e
Ceyhûn ji hêstirên me ên xwîn avek e
Dojeh ji cefayên me ên bêtişe çirîskek e
Bihuşt ji dema dilxweşiya me bihnek e
Ewên ko durhatiyên zanînê bûn
Û bi berhevkirina zanînê xetirekên civatan bûn
Ji wê şeva tarî rê dernexistin
Çêrokek gotin û ketin xewê
للشاعر Kamiran Alî Bedir-Xan
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 20:30
Şev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ? De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêre li meydan Êrîş dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cihanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Cigerxwîn
???? زائر
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 22:53
رمضان عيسى*
ترجمة : بدل رفو المزوري
النمسا غراتس
1- من فلسفة الزمن
ما بين الزمن المنصرم
وهذه اللحظة
اللهم اجعله خيراً
ان لم يقض الجن
مرة اخرى على
الفاصل بين الزمنين!!
او يجيء الامس من جديد
ويتمرغ ويجعل من سقطته
وثبة..!!
واللحظة... على عودها
تورق من جديد
والقادمة
تقضم البقية !!
واكبر الهم...
في آذان زمنه
يصبح زمنا...!!
حين يصبح الحزن في الاحلام
يغدو سهادا...
وحين يفتح النوم عينيه
فالحكمة العظمى للهم
تتخذها شاهدة
اللهم... لا تبعد
حكمة اللالام ولا تلمها
فاسم الليل نحن...نحن
* * *
في فلسفة الزمان
بين احساسي وكل
حكمة...
تفرق وندرة
ومنذاك...معاناة
وفي هذا الزقاق
وامام ذاك الحائط
احزان وتوق ...!
...
لرؤية قدّ ممشوق
لفاتنة حسناء .
* * *
2- امنيتان
1- يا ليتني كنت
موجة من
امواج نهر (الزاب)
وعلى طول الليل
اناطح الصخور
ومع
الساتر ذو العيون السود
متقابلات...
لا ان اكون ...
كما انا الان...
امضغ الحقد والضغينة
احتسى
السم
واتلذذ الاحزان .
* * *
2) ليتني
كنت الان صخرة
اتوسد جبهة شهيد كوردي
محتضنا صدري ويرقد بامان
وليس شتاماً
اياك ان تهرب وتتركنا
او سياجا يلتف حول
نبع (عكر)
صدقوني
لاصبحت...
اعلى شاخضة .
* الشاعر رمضان عيسى :
ـ مواليد 1953 ، دهوك / كوردستان العراق
ـ خريج معهد اعداد المعلمين في الموصل / 1974
ـ شغل منصب مدير دائرة الثقافة في دهوك من 1996 ولغاية 2004
ـ يعيش حاليا في السويد
HEVAL |§|إدارة المنتدى|§|
تاريخ التسجيل : 01/03/2009عدد المساهمات : 194
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 23:15
Bê vîna min ez anîme heyînê
Jînê ji heyraniya min pêve tiştek zeyde nekir
Bi zorê çûn û me seh nekir çi bû
Ji vê hatin û mayin û çûyin miraz
Piyana tejî ya rengê xwe girtî
Şkênandina wê serxweşek çawa babet dibîne
Hevqas ser û ran û kêf û destên delal
Bi hevîna kê gihane hev bi erna kê şikestin
Vexwarina şerabê û şabûnî ayîna min e
Destkişandina ji kufr û dîn dînê min e
Min ji bûka dinê re got-qelenê te çi ye
Go: dilê te yê şa qelenê min e
Di çerxa dinê ya bê binî de
Bi dilxweşî vexwe şerabê dem bi cewr e
Ko nob giha dema te ax meke
Ev piyanek e ko hemîyan re didin fir kirin bi dor
Ev rojeke xweş e hewa ne germ e ne sar
Ewrî toz şuşt ji lamên gul û dar
Bilbil bi zmanê xwe ji gula zer re got
Rabe dema vexwarina şerabê ye digel yar
Ji hatin û çûna me kar çi ye
Berê hêviya jîna me li kû ye
Di çerxa canî de çend mirovên pak
Şewitîn û ax bûn, ma dû li kû ye
Gayek ezmanî de ye navê wî Perwîn
Yekî din di bin erdê de xwey nivîn
Wek kûrbînan çavê hişyariyê veke
Jêr û jora du gayan garanê keran bibîn
Heyf strana ciwanî çikihaye
Ev bihara şahiyê êdî nemaye
Ew çûka cejna ko navê wê ciwanî bû
Hawar çawan hat û kengê firiyaye
Şerabê bide destê min dilê min tîhn e
Ev jîna bêbext direve wek bîhn e
Rabe şahiya dil xewna şevan e
Rabe agirê ciwaniyê av e yek bihn e
للشاعر Kamiran Alî Bedir-Xan
HEVAL |§|إدارة المنتدى|§|
تاريخ التسجيل : 01/03/2009عدد المساهمات : 194
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 23:29
Dinê de xwestekên te sergirtin ma dawî çi ye
Te nameya jînê gî xwend ma dawî çi ye
Bibêj te çawan xwest welê sed sal mayî
Bibêj sed salên dî jî biminî ma dawî çi ye
Em gî dilketî ne û şerabperest in
Di kavilî de rûniştine serxweş û mest in
Ji spehîtî û kirêtîyê wehm û xiyalan dest kişand
Ji me hiş mexwaz em gî şerab bi dest in
Gulrûyê piyan û şerbikê şerabê bigire
Pê lêva avê û mêrg û çîmenan bigere
Ev feleka bêbext zehf rûheyvan
Dike sed car şerbik û sed car piyan
Ev dinê ko çend roj bû pêgehê me
Ji xemê pêve hîç ne bû destgehê me
Wey li me pirseke me jî hel ne bû
Çûn û hezar bêrî man di cergê me
Rûroj rabe û were ji bo xatirê me
Hel'ke mişkilekê wek daxwaza dilê me
Şerbikeke şerabê bîne de em vexwin
Ji pêş dema ko şerbikan çêbikin ji axa me
Eya ko bijartiya cihan î ji min re
Delaltir î ji can û çavan ji min re
Rûrojê ji canî şêrîntir hîç nîne
Tu sed car ji canî şêrîntir î ji min re
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 23:38
Kevok Tu kevoka bi nîşanî Li nav bexça bi fîganî Derdê dilê’m tu dizanî Tu birîna bê dermanî ***** Tu kevoka bask şikestî Di qaqibî tu nawestî Di helînî dil û hestî Tu jî wekî min bindestî ***** Lê kevokê bar giranê Tenê mayî li Cîhanê Li bin berfê û baranê Bê hêlînê mal wêranê ***** Kevoka min nexş nexşî ne Per û bask rêş belekî ne Beşek azad yek bi xwîne Dil û cergê’m dihelîne..
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 23:42
Min Ji Te Hezkir * Min ji te hez kir Di şevekî tarî da Li ber berf û baranê Serê meha nîsanê * Min ji te hez kir Bi zikê birçî Bi lingê tazî Roja çilê zivistanê * Min ji te hez kir Bi dengê bilûrê Bi qibe qiba kewê Li zozanê şerefdînê * Min ji te hez kir Di xewna xwe de Li bın sîya darê Roja bist û yekê adarê * Min ji te hez kir Di çarde salî ya xwe de Bi çavên bi hêsir Li ber çemê miradê
Xakî Bîngol 13 04 07 Elmanya
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأربعاء 25 مارس - 23:43
Sê heval
Sê heval sê darên histû xwar Sê birîn li ser axa Mezopotamya Di desta de cixara vêketî Di dil da hezkirina Welat evîna Xatunê ********** Sê xort bûn li Welatê roj ê Sê hêvî bûn di dilê tenik de Bi bûn aram ji dayikê histû xwar re Tola hezarê sala bû nawê wan ********** Sê gul bûn li ser axa Tetwanê Sê heval bûn li Welatê Êhmedê Xanê Carna di bûn kozik li dora gola Wanê Carna di bûn şervan li bin berf ü baranê ********** Aram,Rêzan û Ronî bû navê wan Bilind bû wek çîya bejna wan Şer dikirin ji bo dayika xwe Kürdistan Ne dı tîrsîyan ji leşkeren dujminan ********** Xakî bîngol 19.04.07 Elmanya
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأحد 29 مارس - 0:08
Ez jin im xwe jiyan im ! Ez gulim dil, giyan im Ez caran serpîyan im Caran jî bin destanim
Ez dayikê her zarokan Ez keçim, bûk, bêrîvan Ez gul gulpikên gulan Ez adana nav zevîyan
Ez roja çar demsalan Ez bajar, gund û diyar Ez stargeha her dilan Hemêz dikim jî gelan
Ez jinim xwe jiyanim Dil,dilketîyê miranim Ez gulên nav zozanan Hîm,bingehên olanim
Ez nebim tune xwarin Xwe nebim tune aram Ez robarê hingiv,şîran Ez dikişim bo zarokan
Û daxwazim rojê şêrin Ez naxwazim şer û şîn Xwe jinim can,jiyanim Ez gulim xwe zozanim
Ez dayikê keç û gedan Ez naxwazim zir,zîvan Xwestinê min serbestî Ne bindestî ne nekoletî
Naxwazim şer û şervan Hewî neyin tu ser jinan Bila cîhan li me geş be Ken bikeve jin,zarokan
Ez jinim gulê cîhanim Xwe dilim ez giyanim Ez kewanî ez bermalî Ez azadîyê daxwazim
Ez jinim xwe jiyanim Ez gulên boy çiyanim Û naxwazim şin û şer Vê pergelê dixim çala
Ez dengê boy gelanim Ez heyva nav şevanim Ro vedidim wek rojan Xwe berbanga sibanim
Û kutan lidan,naxwazim Ez ne dîlim xwe ne kole Êdî bese bindestî ,koletî Ez beramberî daxwazim
Xwe ninim kolên mêran Ez dayikê hemû zarokan Ev pergel xwe ne rewşe Xwestinê min Sosyalizm e !
Mehmet Çobanoglu 10.08.2008 Yildirim
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأحد 29 مارس - 0:09
Baxê dilê mi çolistan, Bu mi ne gul, ne gulistan, Ne kûstane, ne xozistan, Gej û vêzarim bindestan.
Çolekî bê av û derav Lê digerim pêngav pêngav, Dijmin lê danîye pir dav. Bu me nema hinir û nav.
Bê dest hilîn, bê kar, xebat, Zilmêra çênabe sebat, Gava tehsib kêşbe ciwat, Dê ceşn û seyran be welat.
Cahit Aybar-1999
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأحد 29 مارس - 0:10
Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin
Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin
Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin
DARIOS مراقب عام
تاريخ التسجيل : 27/03/2009عدد المساهمات : 106
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية الأحد 29 مارس - 14:28
شكرا على هذه الكلمات الأكثر من رائعة تقبلي مروري في صفحتك
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية السبت 4 أبريل - 13:27
ولو اخي نورت صفحتي بتواجدك
Alarengin
تاريخ التسجيل : 05/03/2009عدد المساهمات : 165
موضوع: رد: اجمل الاشعار الكردية السبت 4 أبريل - 13:28
Ji xwe xerîb im Bêriya gula dêmbişkorî pelatinka di nav hevalan de dileyîze hêviyên zarokatiyê...dikim Li xwe digeriyam Min xwe nedît Li xwe digeriyam di deriya çavên te de li ber eynik a şêlî şêlî şêlî Ji kevnatiya birînên min westiyana hestên min Min xwe dît paporeke mişt ji hêvî winda. Li ber pêlên har dixendiqim Li xwe digeriyam Bêçare bû Ez bûm rondik, di derya çavên te de winda bûm.
Di asoyên çavên te de Bêrî baraneke hûr hûr... d i b a r î
Di kêlîkê de kevok bizava firînê dikin lêv dilerize kela germê dibê du pelên sor. muhra lêvên te gazîya xudayê çiyayî ye Dumana bêriya perasiya di xewna min de parçe parçe dibe. Xwîn agir e Şemalokên gewdê te vêdixe. dil vedilorîne Ji bo Xweziyek winda Welatekî winda Azadiyeke winda Ji bo heval dayik û dengê winda... qêrîna bêdengiya me. Tu dibî tengereke baran Ji çavên min dibarî.